Serrûpel arrow Serrûpel
HAWARA ÊZÎDIYÊN ÞÊXAN Û ÞENGALÊ BIBIHÎZIN

Sample ImageLi herêma ku dibistan, av, ceyran û nexweþxane lê tune ye, alîkariyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên dayîn jî ev 2 sal in nayên dayîn. Ezîdiyên ku dan zanîn ji aliyê ereban ve hatine dorpêçkirin, anîn ziman zexîreya Neteweyên Yekbûyî dide jî li Mûsilê tê girtin û nadin wan. Ezîdiyan destnîþan kirin ku li cihên tên dîtin tên kuþtin û dibêjin ku ewlekariya canê wan tuneye.

Dûmahîkê bixwîne...
 
HAWARA HELBESTVANÊ KURD
Sample ImageHelbestvanê kurd Celal Îbrahîm Taha ji Kerkûkê ye û jiyana wî bi zehmetiyan derbas bûye. Heta niha 2 pirtûkên wî derketine li hember hemû hewldanan endamtiya wî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd nayê pejirandin û vê helwestê jî wekî ku komele ji aliyê partiyên siyasî hatibin avakirin ve girêdide
Dûmahîkê bixwîne...
 
Hevpeyvîn Bi Nesrîn Rojkan Re
ImageNesrîn Rojkan keçeke kurd e ku li Swêdê bajarê Stockholmê rûdinê. Rojkan li zanîngeha Stockholmê besa arkeolojiyê dixwîne û ji hin rojname û malperên kurd re gotaran dinivîse û bi xwe jî hevpeyvînan dike. Herweha bi hunerê re jî mijûl e û niha li ser wênesaziyê û seramîkê jî perwerde dibîne. Di 30yê hezîranê de Rojkan û 12 hevalên xwe yên hunermend di çarçoveya projeyekê de li Stockholmê, taxa Husbyê pêsangehek vekirin. Ez jî îroj çûm serdana pêsangehê û bi rastî pêsangeh mîna fikir û berhemên ku li ser wê fikrê hatine avakirin gelek balkês bûn. Min jî xwest li ser armanca vê pêsangehê bi Nesrîn Rojkan re hevpeyvînek bikim:
Hevpeyvîn: Mahabad F. Arda
 

Dûmahîkê bixwîne...
 
Hevpeyvîn Bi Behmen Qubadî re
ImageDi çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî de, filma Behmen Qubadî ya bi navê "Nîvê Heyvê" li Stenbolê ket vîzyonê. Behmen Qubadî ku tevlî hemî astengiyên desthilatdar û kelepora paþveru ya civakî ve, neynik daye ber rastiya kurd û hêjayiya filmên xwe bi gelek xelatên navnetewî daye îspatkirin, li Stenbolê eleqeyek mezin dît. Ez ne dixwazim qala wî , ne ya filmên wî bikim niha ji we re. Min xwest ez li afirînêrek kurd ku me gelek diêþîne, diramîne, hêrs dike, bi hêvî û bextewar dike, Behmen Qubadî guhdar bikim û bi we re par bikim.
 
Hevpeyvîn Bi Behmen Qubadî re
Dûmahîkê bixwîne...
 
Hevpeyvînek bi Yilmaz Güney re
Image"...Tiþtê ku dê were xelk nizane, ji wî wêdetir jî, nizane ku hêvî jî çiye. Gelê me tim li benda hêviyê ye, lê nizane hêvî çiye. Di eslê xwe de çîroka vegotina min an jî daxwaza min a vegotina vê çîrokê li ser babeta wê hêviyê ye. Min xwest çîroka hêviyeke pûç bînim zimên..."
Sal 1970. Fîlma Yilmaz Güney HÊVÎ (Umut)  hatiye qedexe kirin. Di van rojan de sê rojnamevan bi Yilmaz re hevpeyvînek çêdikin. Di hevpeyvînê de Yilmaz dîtinên xwe pir zelal tîne ziman.  Me jî xwest van dîtinên wî yên hêja bigîhînin nivþa nû.
Wergera ji tirkî: B.Welatevîn
Dûmahîkê bixwîne...
 
Ehmedê Xanî
ImageDi 300 saliya mirina Ehmedê Xanî de romana li ser Xanî "Mîrname" tê

Dema qala wêjeja kurdî tê kirin navê Ehmedê Xanî di rêza yekemîn de tê nivîsîn. Hê di çardeh saliya xwe dest bi nivîsînê kiriye û di çil û çar saliya xwe de berhema xwe ya navdar Mem û Zînê temam dike. Berhemên Ehmedê Xanî ji bilî Mem û Zînê, "Nûbihara Biçûkan" û "Eqîdeya Îmanê" jî heye. Ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin di warê fîlolojiyê de hûrbîniyeke wî heye û dibe ji ber vê yekê be israra wî ya di kurdî nivîsînê de.
Cemil Oguz

Dûmahîkê bixwîne...
 
Hilbijartina 2007'anda 23 parlamenterê kurd biserketin
Image

AMED - Hilbijartinên 22’yê tîrmehê tabloyek raxist ber me. Hem siyaseta kurd li gorî encamên derketine holê divê ji nû ve analîza tabloyê bike, hem jî pêdivî pê heye ku tabloya siyaseta Tirkiyeyê bi giþtî bê þîrovekirin. Li gorî encamên derketine holê AKP’ê û Recep Tayyîp Erdogan serkeftineke mezin bi dest xistiye. Þîroveya herî hêsan a ji bo tabloya Tirkiyeyê bike ev e. Ji bo tabloya li Kurdistanê derketiye pêþberî me ew e ku dewlet li Kurdistanê têk çûye.

Dûmahîkê bixwîne...
 
648 berhem tevlî Pêþbirka Hüseyîn Çelebî ya Çîrok û Helbestan bû
Image15mîn Pêþbirka Çîrok û Helbestan ya Hüseyîn Çelebî ku îsal tê li darxistin di kategoriyên cûr be cûr de 648 berhem tevlî bûn.

Pêþbirka Çîrok û Helbestan ya Hüseyin Çelebî ku di nava civaka Kurd de, ji aliyê tevlêbûnê de, herî zêde tê nasîn, di derheqê wê de Komîta Amadekar ya Pêþbirkê bi daxuyaniya nivîskî de, bal kiþandin ku di navbera 5 ê Gulanê û 30 Tebaxê ji 460 kesan 648 berhem gîhiþtine destê wan. Li gora daxuyaniya Komîta Amadekar hat gotin ku sala 15mîn mîna sala fînalê ye û zêdeyî li gora ku wan hêvî dikir eleqe hatiye nîþandan û tevlêbûn çêbûye.

Dûmahîkê bixwîne...
 
Jir Dilovan
ImageNirxandin: Xwendekarên kurd û kurdî 

Weke ku di çapemeniyê de jî cih girtibû Enstîtuya Kurdî ya Berlîn, kongreya xwe ya heftan lidar xist. Di vê kongreyê de biryar hate standin ku Enstîtu xebatên xwe li bajarê Elmanya Kolnê bidomîne. Weke xebatkar em jî ketin nava tevger û çalakiyan ku em bicihkirin û sazkirina Enstîtu biqedînin û bêxin xizmeta çand û zimanê Kurdî. Em bi hezaran cild pirtûk û bi alavên Enstîtu dilebikîn ku wan bicih bikin. Me fersend nedîtibû ku em rewþenbîr, xwendekar û gelê xwe yên li Koln û derdora Kolnê rûdinin ziyaret bikin.

Dûmahîkê bixwîne...
 
Zimanê Kurdî, Zimanê Çivîkan, Zimanê Zêrîn
Her civak rengê xwe bi dewlemendîya çand û zimanê xwe yî ku bi çerxa dîrokê xwe pêþde xistiye û li ber bayê dîrokê ketiye, nîþanî hebûnên li ser rûyê cîhanê dide. Ziman mirov dikare wek „Amûrê“ xwe lêvkirina civak û gelan bi nav bike. Ziman þaxê herî mezin yê çandê ye, ku rehên xwe bera dilê hemû mirovan dide û dibe perçeyek ji jîyana civakekê, perçeyek ji jîyana gelekî. Li gor vê di dîroka her gelan de zimanzanan li ser zimanê welatêkî û gelekî lêkolînan pêk aniye û pêk tîne, lê bi rûsarî dibêjim, ku zêde zimanzanên ku lêkolînek baþebaþ li ser zimanê Kurdî li dar nexistiye tuneye. Ji bo vê zimanê kurdî, zimanê çivîkan, zimanê zêrîn pêþketinên ber çav bi dest nexistiye.
Dûmahîkê bixwîne...
 
Wêje ya bêzar...

Çanda Kurd, reha wê Wêjeya Kurd, kanîyek jenggirtî û veþartiye, ku heta roja îro zêde lêgerîn li ser çênebûye. Lewra kanî bêzar maye… Kanîyek ku bahr û okyanusan ji þaxên xwe ber dide. Tu çiqas ji vê kanîyê vexû, tê nikaribe hesretîya dîroka tepisandî di gulpekê de bera nav newalên nirxên xwe bide û bihêle ku bêzarî di newalên nirxên te de bêzar bimîne. Tê nikaribe dizên wêjeyê li ser ar ê dilê xwe bifetisîne, tê nikaribe bive rist û xwe di nav ava kanîya wêjeyê de berde. Dizên Dîrokê, dizên Çandê her kû di Welatê Agir û Rojê, Welatê Kurdîstanê de derbas bûye, destvala neçûye, bê hudûd paxlên xwe yî gemarî tijî xemla çanda welatê min kirîye.

Dûmahîkê bixwîne...
 
<< Vegere Serî < Ya Borî 1 2 3 Ya Piþtre > Here Dawiyê >>

Encam 16 - 30 a/ya 45
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan