 Pêşbirka Huseyîn Çelebî ya çîrok û helbestan, di qada zimanê kurdî û tirkî de, di nav civaka kurd de yek ji çalakiya herî navdar û mezin e û wek kevneşopiyekê her sal tê lidarxistin. Ligel xwendekarên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê her wiha gelek mirovên bi wêjeyê re eleqedar dibin tevlî pêşbirkê dibin.
Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi armanca xwedîderketina mafê kurdan li Ewropayê bi rêxistin bibin û ji bo li hemberî zextên li ser kurdan tên meşandin bibin bersiv di demeke kurt de li 16 zanîngehên Ewropayê xwe rêxistin kirin. Di navbera rojên 12–13’ê kanûna 1991’ê de li bajarê Almanya Bochumê rêxistina xwendekaran Yekitiya Xwendekarên Kurdistan YXK hat damezirandin. YXK, kurdên ku koçî Ewropayê bûne bi pirsgirêkên wan ên penaberî eleqedar dibin û rewşa siyasî ya Kurdistanê li ber çavan radixin. Li dîrok, ziman û çanda kurdan xwedî derdikevin û wekî peywir li wan erkan xwedî derdikevin. YXK her wiha ji xwe re kiriye armanc ku pirsgirêka kurd û rewşa penaberiya kurdan li Ewropayê bi awayên zanistî lê bikole û ronî bike. Saziya YXK’ê ji hemû kom, sazî û rêxistinên ciwanan û xwendekanan re vekiriye.
Damezrandina YXK’ê
YXK li hemberî parçekirina gelê kurd, zextên li ser çand û zimanê kurd, di bin polîtîkayên asîmîlasyonê, di jiyanek ku mafê mirovan tê binpêkirin û li welatekî ku têkoşîna azadiyê tê kirin de, xwendekaran xwe wek berpirsyar û barkêşê azadiyê, aştiyê û mafê mirovan xwe bi rêxistin bike û saziyekê saz bike. Piştî çend civînên destpêkê, yên amadekariyê, di navbera rojên 12–13’ê kanûna 1991’ê de li bajarê Almanya Bochumê rêxistina xwendekaran Yekitiya Xwendekarên Kurdistan YXK hat damezirandin. Piştî ku YXK ji aliyê 75 xwendekarên ji 16 zanîngeh û zankoyên Ewropayê hate avakirin, bû bingehek ji bo xebatên xwendekaran û bû banek ji bo hemû xwendekarên li Ewropayê dixwînin.
Rêxistinbûyîna YXK’ê
YXK hemû komên herêmî yên li tevahiya zanîngehên Ewropayê, bi taybetî yên li zanîngehên Almanyayê di binê banê xwe de li hev kom dike û bi rêxistin dike. Komên herêmî ji aliyekî ve aktîvîte û çalakiyan bi serê xwe pêk tînin û ji aliyê din ve jî bi komên din re di têkiliyê de ne û di vî warî de pêşniyar û çalakiyên komên din li herêma xwe pêk tînin û her wiha hin caran jî bi hev re çalakiyan li dar dixin.
Mafên kurdan diparêzin
YXK her wiha ji xwe re kiriye armanc ku pirsgirêka kurd û rewşa penaberiya kurdan li Ewropay êbi awayên zanistî lê bikole û ronî bike. Her wiha çapemenî û raya giştî jî agahdar bike. Ji bo YXK karibe van çalakî û projeyan pêk bîne divê bi rêxistin û saziyên din ên xwendekaran re, yên demokrat-sosyal, xwezaparêz û mafparêz re xebatên hevpar bimeşîne. Bi hev re çalakî an jî projeyên wek semîner, panel, rojên fîlmên kurdî pêk bînin, dezgehên agahdardariyê vekin û bi hev re kampanyayan bimeşînin û van xebatan bi awayekî zanistî pêk bînin. Kampanyaya li hemberî avakirina bendava ‘Ilisu’ di qada navnetewî de gelek bal kişand ser bajarê dîrokî Heskîfê ku wê di encama avakirina bendavê de, di bin avê de bimîne.
Her wiha ji bo parastina bajar û xwezaya Dêrsimê jî gelek belavok hatin belavkirin û dezgehên agahdariyê hatin vekirin. YXK hewl dide ku bi daxuyaniyên çapemeniyê, çapkirinên nivîsan ên der heqê rojeva siyasî ya li Kurdistanê çanda kurd, wêjeya kurd, zimanê kurdî û netewa kurd li gorî zagonên navnetewî were mîsogerkirin û were parastin. Hin mînakên din ên xebatên YXK’ê ev in: Kursên Zimanê Kurdî, dezgehên çand, wêje û xwarinên kurdî pêşkêş dikin û kampîng, konser û Rojên Fîlmên Kurdî (li Frankfurt, Koln, Hamburg, Stuttgart, Dortmund, …) û gelek çalakiyên din. Kovara YXK’ê ya bi navê Ronahî ku her sê mehan carekê tê çapkirin, armanc dike ku çapemeniyê û xwendekarên zanîngehan der heqê mijarên li jor jimartî agahdar bike. Bi alîkariya kovarê her wiha tê xwestin ku têkilî û nîqaşa navbera xwendekaran di gelek mijar û beşan de germ bibe û pêşde bikeve.
Xizmet û dilsoziya YXK’ê
- Beşeke mezin a gelê kurd koçî Ewropa, bi taybetî koçî Almanyayê kiriye. Sedema pêşîn a penaberiya gelê kurd rewşa siyasî ya xeter a li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî armanca bingehîn a YXK’ê ew e ku çapemenî û civaka ewropî der heqê rewşa Kurdistanê de agahdar bike û şaşiyên heyî yên der barê têkoşîna rizagariya Kurdistanê de sererast bike. Her wiha der heqê pirsgirêka kurd de û bi pirskirêkên pê ve girêdayî, yên wek binpêkirina mafê mirovan û qedexekirina ziman û çanda kurd, tevbigere. - Bêguman yek ji armancên YXK’ê yên din jî ew e ku piştgiriyê bidin xwendekarên ji Kurdistanê ji bo xwendinê têne Ewropayê. Di warê karên brokratîk, akademîk an jî civakî de ji wan re bibin alîkar. - Her wiha YXK û komên di bin banê wê de dixebitin, ji xwe re kirine armanc ku ciwanan bi taybetî xwendekarên kurd ên li penaberiyê der heqê nasnameya wan a çandî de agahdar bike û xwedîderketina nasnameya netewî pêşve bibe. Ji bo karibin çanda kurd bi pêş bixin, divê di çareserkirina pirsgirêka kurd û alîkariya têkoşîna azadiya gelê kurd de, di nav hewldanekê de bin. Ji ber van sedeman her endamê YXK’ê divê li zanîngeh an jî zankoya dixwîne hewl bide ku bi awayekî zanistî, lêkolînî û teknîkî li ser dîroka kurdan, çanda kurdî û pirsgirêkên pê ve girêdayî bixebite û projeyan ji bo vê amade bike û bi panel û sempozyûman pêş û çap bike. Derfeta xwendekaran heye ku di çarçoveya xwendina xwe de der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de bikevin nava hewldanan, raya giştî agahdar bike, bi taybetî raya zanîngehan û xwedî derfetin ku di pêşxistina ziman û çanda kurdî de roleke berçav bilîzin. - Armanca YXK’ê ev e ku ji bo neheqiyên li hemberî gelê kurd û li Rojhilata Navîn bikeve nav liv û tevgerê û wekî xwendekarên kurd ên Ewropayê jî barê dikeve ser milên wan pêk bînin. YXK dixwaze bi vî awayî ji bo jiyaneke azad a gelê kurd li her çar parçeyan, ji bo pêşxistina ziman û çanda kurd, ji bo entegrasyona gelê penaber û wekheviya cinsantêbikoşe û kar û xebatan pêş bixe. - Her wiha di nava armancên YXK’ê de, pêşxistin û wekheviya sîstema xwendina li zanîngehên ewropî ji bo xwendekarên biyanî, bi taybetî ji bo xwendekarên kurd cih digire.
Serokê rûmetê yê YXK’ê H.Çelebî û çalakiya ji bo wî
Pêşbirka Huseyîn Çelebî ya çîrok û helbestan, a di qada zimanê kurdî û tirkî de, di nav civaka kurd de yek ji çalakiya herî navdar û mezin e û wek kevneşopiyekê her sal tê lidarxistin. Ligel xwendekarên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê her wiha gelek mirovên bi wêjeyê re eleqedar dibin tevlî pêşbirkê dibin. Bi vê çalakiyê her wiha serokê rûmetê yê YXK’ê Huseyîn Celebî tê bibîranîn, yê li Almanya mezin bûye û hewl daye bi xwendina xwe, bi awayekî polîtîk, dîplomatîk li Almanya û Ewropayê fîlozofiya têkoşîna rizgariya gelê kurd ji raya giştî bi taybetî ji raya alman re zelal bike. Ew ji bo sazî û xwendekarên di bin banê YXK’ê de dixebitin mînakek e û di sala 1992’an de jî wek serokê rûmetê hate pejirandin. Endamên YXK’ê di rêxistin û saziyên mîna Asta, AG´s, AK´s û di gelek rêxistinên de de jî aktîv in. Îsal ji 17’emîn Çalakiya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ji aliyê YXK’ê ve tê lidarxistin wekî her sal di çalakiye de panel tên lidarxistin, şahiyên muzîkê pêk tê her wiha diya Huseyîn Çelebî Fehîme Celebî jî beşdarî çalakiyê dibe. Mercên beşdariya çalakiya îsal jî hatin aşkerekirin. Çalakiya îsal di 5’ê gulanê de dest pê kir û kesên bixwazin beşdar bibin divê heta 1’ê îlona 2009’an berhemên xwe bişînin navenda YXK’ê. Merasîma 17’emîn a xelatên wêjeyê yên Huseyîn Çelebî dê di mijdarê de pêk were. Mercên çalakiya îsal jî wiha ne: - Zimanê tevlîbûnê kurdî (kurmanci, dimilkî) û tirkî ye. - Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin. - Beşdar dikarin herî zêde di qada helbestan de bi du berheman û di qada çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin. -Beşdar, berhemên xwe divê bi kurtejiyana xwe re herî dereng heta 1’ê îlona 2009’an, bi riya e-mail: (h.ç
Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
) an jî bi riya postayê (Postfach 103831 50478 Koln/ Almanya) bişînin. - Endamên jûriya îsal ên çalakiya Huseyîn Çelebî jî wiha ye: - Di qada helbesta kurdî de; Berken Bereh, Berî Bihar û Omer Dilsoz. - Di qada helbesta tirkî de; Sezaî Sarioglu, Huseyîn Şahîn û Namik Kuyumcu. - Di qada çîroka tirkî de; Esra Çiftcî, Şehmus Dîken û Oya Baydar. - Di qada çîroka kurdî de; Şener Ozmen, Adil Zozanî û Çiya Mazî. - Di qada helbest û çîrokên dimilkî de; Kamer Soylemez û Çetin Satici.
NAVENDA NÛÇEYAN / AMED
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA |