|

17'emîn Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê YXK'ê ve tê lidarxistin, mercên wê yên beşdariyê hatin eşkerekirin. Pêşbaziya îsal di 5 ê Gulanê dest pê kir û kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 1'ê Ilon`e 2009 berhemên xwe bişînin navenda YXK'ê. Merasîma 17. Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî wê di mehê Mijdarê de li bajarê Elmanya Köln’ê pêk were. Mercên pêşbaziyê: - Zimanê tevlibûnê kurdî (kurmanci, dimilkî) û tirkî ye. - Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin. - Beşdar dikarin herî zêde di qada helbestan de bi 2 helbestan û di qada çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin. - Beşdar berhemên xwe divê bi kurtejiyana xwe re herî dereng heta 1 Ilon`e 2009 an bi riya poste an jî bi riya E-emailê bigihînin destê lijneyê.
Berhemên xwe bi e-meil an jî postê bigihînin vê navnîşanê: Hüseyin Çelebi Edebiyat Etkinliği Postfach 103831 50478 Köln/Almanya Email:
Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
LINK "http://www.yxk-online.com" www.yxk-online.com
|