Demsal a Fîlmên Kurd PDF Bide Çapê
Sample ImageRojên Fîlmên Kurdan îsal di meha gulanê de li dar dikeve. Fîlmên dê bêne nîsandayîn diyar bûn.Rojên Fîlmên Kurdan a li Almanyayê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê li dar xistin. Beþa YXK’ê ya Augsburga Almanyayê 1’emîn Rojên Fîlmên Kurdan di navbera 1-3’yê Gulanê de li dar dixe. Piþtî vê, çalakî dê li bajarên Stutgart û Hamburgê jî li dar bikeve.
AUGSBURG: Li Augsburgê li salona sînemayê ya Begegnungszentrum Zeughaus Zeugplatz 4, 86150 de dê fîlm bêne nîþandayîn. Di nav fîlmên ku dê bêne nîþandayîn de fîlmên wekî “David der Tolhildan’ (Mano Xalil), “Gozmece” (Aydin Sevinç), “Nîvê Heyvê” ûi “Kûsî jî dikarin bifirin” (Behmen Qubadî), ‘Beden Ayetleri’ (Ýlhan Bakir), ‘Close Up Kurdistan’ (Yuksel Yavuz), ‘Kirmizi Kalem’ (Ozgur Findik), ‘Zaroken Axa Qeliþî’ (Omer Leventoglu) bêne nîþandayîn. Di çalakiyan de fîlmek kurt û yek dirêj dê bi hev re bêne nîþandayîn. Di çarçoveya çalakiyÓE de kurtefîlmê Halil Uysal jî yekem car bê nîþandayîn

STUTTGART: Çalakiya li Stutargê dê li Cinemaxx’ê (navnîþan: Robert-Bosch-Platz,70174 Stuttgart) di navbera 8-10’ê gulanê de li dar bikeve. Li vê derê 2’yemîn Çalakiya Fîlmên Kurdan bi nîþandayîna fîlmê derhêner Kazim Oz “Bahoz”ê dest pê bike.

HAMBURG: Li Hamburgê jî sêyemîn car ev çalakiya nîþandayîna fîlman li dar bikeve. Rojên fîlman ên li Hamburgê 20’ê mehî li Zanîngeha Hamburgê li salona Audimaxê bi konsera hunermend Tara Caf dest pê bike. Ev çalakî jî bi nîþandayîna Kazim Oz dest pê bike û Oz jî dê di vekirina çalakiyê de amade be.Çalakiya rojên fîlman heta 26’ê mehê dê lidar bikeve û di vê çarçoveyê de derhêner Kazim Oz, Mujde Aslan û Ozgur Findik derkevin pêþberî temaþevanan û bi wan re sohbetê bikin.

KOLN
 
< Ya Borî   Ya Piþtre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan