Kursa Wuppertalê bidawî bû PDF Bide Çapê
Sample ImageInstîtûta Kurdî ji bo Zanist û Lêkolînê di xabatên fêrkirina kurdî ya di nav xwendekarên zanîngehê de encamên serkeftî derxistin holê.Kursa li Zanîngeha Wuppertalê jî yek ji van xabatan bû ku bi serkeftin bidawî bû. Di nav sal, sal û nîvekê de, li hejmarek bajar û zanîngehên Elmanya, Instîtûta Kurdî di coxrafyake fireh de kursên zimanê kurdî vekirîn û ev kurs di nav koordîneyeke sêalî de ku YXK û YMK jî dualyên wê bûn, birêve birin.
Di vê peryoda binavkirî de Instîtû bû xeleka nav YXK û YMK û þagirtan li aliyekî û li aliyê din bû navnîþaneke hevbeþ ji bo hejmarek mezin Ji xwendevanên zanîngehên Koln, Achen, Essen û Bocumê hev nas bikin, bên ba hev û di nav vê çûn û hatinê de di hest û berpirsiyariyên xwe yên neteweyî de kûrtir bibin, hez ji hev û zimanê xwe bikin.

Meh û hefteyên van kursan li pey xwe gelek bêhnikên nejbîr hiþtin û rojekê ciwanên me dê mûheqeq di bîranîn û bîreweriyên xwe de behsa van kursan bikin. Helbet bi alîkariya van kursan me xwe û îmkanên xwe jî baþtir naskirin, ast, sewiye, cidiyet û hestên berpirsiyariya mamosteyên xwe jî baþtir pîva. Kêmaniyên me çi ne, di ku de ne,me ew jî baþtir tap kirin. Xebatên çend mehekî yên destpêkê, bi alîkariya hejmarek mamoste me hewil da em birêve bibin. Îsal, em bêjin peryoda dawî, barê kursê bi giranî kete ser piþta mamostê Instîtûtê û endamê rêveberiya Yekîtiya Mamostên Kurdistanê hêja Fewzî Ozmen.

Ozmen li ser daxwaz û teleba zêde ku ji aliyê xwendevanên Zanîngeha Wupertalê û der û dora wê hat, zend û bendên xwe vemala û beþek ji wextê xwe yê binirx û hêja xiste xizmeta bicîhanîna daxwazên wan. Bi dil ders da, bi evîneke mezin dersdarî û mamostetiya pêwist anî cîh. Kursê roja 01.10.2008 an dest pê kir, roja 31.03.2009 qediya, bi dawî bû. Yanî di zikhev de 6 mehên temam. Kurs bi 23 kesan kete rê, bi panzdeh kesan dewam kir û 10 kesan jî ji mamosteyê hêja sertifîka Instîtûta Kurdî ji bo Zanist û Lêkolînê girtin.

Di nav kursên me de ev kurs, dibe kursa helî birêkûpêk. Ji bo bibe jî helbet sebeb hebûn. Lewra piþta xwe dida tecrûbe û azmûneke xwurt û dersdariya berî xwe. Ev kurs, dibe kursa yekem ku wuha bi awayekî biserûber sertifakan dide, dibe dabaþa merasiman, wêne têne girtin û li pey xwe þopeke wuha rengîn dihêle. Cihê vê kursê wê tim diyar be, wek nimûneyeke bikêr wê bi vê minasebetê yan jî bi yeke din wê tim bibe behs.

WUPPERTAL/YeniOzgurpolitika.org
 
< Ya Borî   Ya Piþtre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan