Pirsgirêka kurd çareser nebûye PDF Bide Çapê
Sample ImageMeclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi rapora amade kirin bal kişand ser zeptên li ser ziman, çand û çapemeniya kurdî û ragihand ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin.Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora xwe ya der barê Tirkiye de weşand û diyar kir ku 12 pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyeyê dewam dikin. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ji bo kontrolkirina welatên endam komîteyan ava dike.
Ev komîte jî li welatên endam dişopînin da ku were zanîn ka li gorî normên Konseyê tevdigerin an na. Di sala 2004`an de ji bo kontrolkirina Tirkiyeyê jî komîteyekê dest bi kar kiribû. Di rapora vê Komîteya Konseya Ewropayê ya Kontrolkirina Tirkiyeyê de tê gotin ku ew danzdeh pirsgirêkên Tirkiyeyê ku wan di sala 2004`an de tespît kirine hîn li holê ne. Rapor ji aliyê Serokê Komîteyê Serhiy Holovaty ve hatiye amadekirin û kontrolên ji sala 2004`an heta 2008`an dihundurîne. Di encama raporê de daxwaza dewamkirina kontrolê tê xwestin û bang tê kirin ku Tirkiye xwe bigihîne normên konseyê.

Pirsgirêka kurd didome

Di raporê de, pirsgirêkên elewiyan û kesên ji olên din, têkiliyên sivîl û leşkeran, qanûna partiyên siyasî û dozên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cihekî berfireh digirin. Lê di raporê de cihê herî fireh ji Pirsgirêka Kurd re hatiye veqetandin. Komîteya kontrolkirinê tespît kiriye ku Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û divê hikûmeta Enqereyê tavilê vê pirsgirêkê bigire dest.

Zilma li ser medya kurd

Ji bo vê jî tê xwestin ku hikûmet înîsîyatîfeke siyasî bide destpêkirin. Rapor balê dikişîne ser zextên li ser çapemeniya kurd û dibêje ku wan di serî de bi Ozgur Gundemê re, bi hin saziyên kurd ên rojnamegeriyê re hevdîtin kirine û rewşa wan a ji ber zextên li ser wan gelekî nebaş û li derveyî norman e.

Zextên li ser DTP’ê

Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî di raporê de bûye xwediya cihekî girîng. Di raporê de, behsa doza girtina wê tê kirin û parlamenterên wê çawa bi dozên li dijî wan hatine vekirin tên tehdîtkirin û xebatên şaredariyên wan tên astengkirin. Hin dozên li parlamenter û şaredaran hatine vekirin di raporê de cih digrin, ku bêtir li ser mînaka ji wazîfeyê girtina Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û doza ji ber nameya piştgiriya ROJ TV’ê ya 53 şaredaran tê rawestîn.

Bendava ji sedî 10

Dîsa bendeva ji sedî deh a hilbijartinan jî rexneyeke din e ku bi mijara zextên li ser siyaseta kurdan tê zimên. Dozên der barê Leyla Zana de jî di raporê de wekî mînak ji bo tunebûna azadiya ramanê tên îşaretkirin.

Qedexeya zimanê kurdî

Rapor li ser pirsgirêka fermîbûna ziman jî radiweste û li Tirkiyeyê rexneyan dike ku astengiyên li pêşiya ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê wekî mijareke nayê qebûlkirin dinirxîne. Di raporê de ji bo çareseriyê jî pêşniyara guherîna Destûra Bingehîn tê kirin û acîliyeta peydakirina destûreke nû ya bingehîn li pêş e.

Ocalan û rapora CPT’ê

Di vê rapora Konseya Ewropayê de rewşa tendrustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cihekî bi serê xwe girtiye û nirxandinên fireh li ser wê hatine kirin. Saziya CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê girêdayî Konseyê ye û di vî beşî de cih ji biryarên van saziyan re hatiye veqetadin. Rapor dibêje ku CPT’ê tespît kiriye ku Ocalan di şertên tecrîtê de ye û tevî pirsgirêkên wî yên tendrustiyê astengiyên li pêşiya mafên wî yên xweparastinê jî hene. Lêkolînerên vê raporê li ser vê mijarê bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne û dîtinên parêzeran yên li ser vê rewşê jî radigihîne.

Rapora Davosê dê Erdogan xemgîn bike

Di raporê de civînên Davosê hatin aşkerakirin. Pirsa ‘azadiya çapeminiya li welatê we çiqas heye?’ hat kirin. Dereceyên çapmeniya azad li gorî rêzê ji yekê heta 7’an hatin dayîn. Dereceya yek (1) astengkirina azadiyê temsîl dike. Dereceya 7’an jî azadiya çapemeniyê destnîşan dike. Li ser mijarê Faruma Aboriya Cîhanê 134 welat girtin dest. Di nav van welatan de Tirkiye di rêza 106’emîn de cih girt. Welatên wekî; Arnavutluk, Bulgaristan, Bosna Hersek, Zambiya, Faso û hwd. di pêşiya Tirkiyeyê de cih digirin. Welatên herî azad jî bi dereceya 6.90’î bûne yekemîn.

STRASBOGURG



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA
 
< Ya Borî   Ya Piştre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan