'Di dîrokê de kesayetiya jinê' PDF Bide Çapê
Sample ImagePirtûka nivîskar Hêvî Berwarî ya bi navê ‘di dîrokê de kesayetiya jinê’ ji Weþanên Spîrêze li Dihokê derket. Armanca  amadekirina vê pirtûkê ew e ku jina kurd koka xwe ji bingehê nas bike. Her wiha peyama vê pirtûkê ev e ku jin ji destpêka mirovahiyê heta niha hembêza xwe ya nerm ji mirovahiyê re vekiriye û bingeha desthilatiya mêran jî ya wan bûye.

Nivîskar Berwarî di pirtûkê de balê dikiþîne ser desthilatiya mêr û dibêje ku her tim jinan mêr wekî zarokekî xwedî kiriye. Lewre di pirtûkê de peyamek esas a din jî ev e ku jin careke din li xwe vegere û careke din li keseyatiya xwe ya xwezayî xwedî derkeve.
Pirtûka nivîskar Hêvî Berwarî ji 237 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji weþanên Spîrêze li Dihokê derket. Her wiha pirtûk bi kurmancî bi tîpên aramî hatiye çapkirin û çapa wê ya bi tîpên latînî jî di demeke nêzîk de dê derkeve. Naveroka pirtûkê bi giþtî li ser kesayetiya jinê ji destpêkê heta niha tê vegotin. Her wiha gelek jinên navdar û bi rûmet di rûpelên vê pirtûkê de tên vegotin. Di pirtûkê de li ser jinên navdar ên cîhanê wekî Aleksendar Kolotayî, Ulîmp Duguj, Sozan Antonî, Jan Dark, Cenî Roland ji yên welatên ereb Newal Elseidwî, Roza Yusif, Huda Elsheirawî, ji jinên kurd Fatma Reþ yan Qere Fatima, xatûn Xanzada Soran, Qedemxêr, Meyan Xana Êzidî, Adîle Xanima Caf, Hepsaxan Neqîp, Margirêt, Leyla Qasim, Leyla Zana û hwd mînak hatine dayîn.
Nivîskara pirtûkê Hêvî Berwarî der barê amadekirina pirtûkê de axivî û taybetiyên wê anîn ziman. Berwarî diyar kir ku xwestiye jin di dîrokê de xwedî li ziman û mafên xwe derkeve û her wiha koletiya zilaman red bike. Berwarî da zanîn ku di serî de jina kurd û hemû jinên cîhanê li ber xwe daye û di riya pîroz de jiyana xwe ji dest dane. Berwarî destnîþan kir ku jinên kurd jî bila van berxwedanan ji xwe re mînak bigirin û ji bo mafên xwe ls ber xwe bidin.
Berwarî anî ziman ku dema ku pirtûk nivînsandiye di dîrokê de jinên ku xwedî îrade û di riya pîroz de ne, hilbijartiye û di pirtûkê de vegotiye. Berwarî destnîþan kir ku van jinan di dîrokê de li hemberî desthilatiya zilaman koletî qebûl nekiriye û di jiyanê de serkeftî bûne. Her wiha Berwarî di pirtûkê de li ser serkeftîbûna jinan disekine û dibêje jin ji zilam serkeftîtir e.

JINÊN KURD Û JINÊN DIN
Berwarî li ser naveroka pirtûkê axivî û destnîþan kir ku wê jinên kurd û jinên biyanî anîne cem hev. Berwarî wiha pê de çû: “Pirsgirêka jinan yek e. Pirsgirêka wekheviyê û mirovahiyê ye. Dîsa jinên me kurdan li Mezopotamyayê þaristanî afirandiye. Li aliyê din jî jinên biyanî di rewþên dijwar de bêçare mane. Wekî mînak jinên Ewropayê ji ber doza xwe ji aliyê xirîstiyanên oldar ve hatine þewitandin. Lewre jî gelek jinên Ewropa û Amerîkayê ji ber jinbûyîna xwe bûne qurban. Di pirtûkê de navê wan jî derbas dibe.”

LI GORÎ DEMAN DERFET…
Berwarî anî ziman ku desthilatiya jinan piþtî derketina olan bi dawî bûye. Berwarî ev rewþ di pirtûkê de nirxandiye û der barê mijarê de wiha got: “Bandora mîtolojiyê, wekî mîtolojiya Adem û Hewa her wiha bandora aborî û civakî bi giranî li ser jinê pêk hat û li cîhanê bi giþtî jin têk çû. Jin êdî wekî mirovek ku ji bo mêr hatiye cîhanê hat dîtin. Bi vî awayî gelek caran jin bûn qurban. Þert û mercên wê demê mîna niha nebûn. Lê dîsa jî hin dezgehên ragihandinê yên pêþveçûnê û hin sazî jî di bin mafê mirovan de hatin damezrandin. Lê li dijî hemû hewldanan ev rewþ ber bi baþiyê neçûye. Li gorî demên berê em dikarin bibêjin ku jin dikare dengê xwe li cîhanê bide hîskirin. Daxwazên xwe bîne ziman. Eger jinek bê kuþtin nûçeya wê bi rehetî li cîhanê belav dibe. Ji ber vê yekê jî niha ji bo jinê derfet gelek baþ in.”

DI DÎROKÊ DE JINÊN MÎNAK
Nivîskara pirtûkê Hêvî Berwarî da zanîn ku di dîrokê de hin jinan bala wê kiþandiye û got ku wekî mînak Olîmp Duguj li Fransayê li hemberî desthilatiya Gutî derketiye û serê wê hat jêkirin û Duguj bûye qurbana ramana xwe ya pîroz. Her wiha Berwarî diyar kir ku dema ku pirtûk nivîsandiye ji jinên kurd ên wekî Leyla Qasim, Zekiye Alkan, Zîlan û Leyla Zana mînak dane. Berwarî destnîþan kir ku 5 salan li ser vê pirtûkê xebitiye û zehmetiya herî mezin jî di çavkaniyan de kiþandiye. Hêvî Berwarî wiha axaftina xwe domand: “Bi taybetî li ser jina kurd min zehmetî kiþand. Ji ber ku jinên biyanî li gorî xwe dîroka xwe nivîsandiye.”
Di pirtûkê peyama herî girîng ev e ku jinên ciwan li zimanê xwe xwedî derkevin. Her wiha Berwarî anî ziman ku ji ber ku jin bingeha  civakê ye bila haya wan ji dîroka kevnar a jinê hebe û bila jinên kurd dîroka jinên cîhanê baþ bizanibin.

HEDIYE ABÎÞ - AMED

 

 

Cavkanî: Welat.com

 
< Ya Borî   Ya Piþtre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan