Tekoşerkî kurd: Mehemed Babayev PDF Bide Çapê
Sample ImageMehemed Babayev… Li sirgûnê ji dayik bû… Di riyên koçberiyê de çû û hat… Li Komara Kurd a Mehabadê de bi Qazî Muhammed re xebitî…Babayev ê ku ji aliyê kurdên sovyetê yên berê ve wekî nûner hate hilbijartin têkoşîna kurdên li Sovyetê, Ermenistan û Azerbaycanê vegot. Ew di sala 1993’an de çû cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî hevdîtinên aştiyê bû.
Babayev wiha dibêje: “Êdî ez kal bûme, lingên min naxebitin. Lê dilê min bi PKK’ê re ye.”Babayev di serî de der barê malbata xwe de ev agahî da: “Malbata min xwecihiyên Êrîvanê ne. Li gundê Ararata li qontara çiyayê Agiriyê jiyane. Dema komkujiya ermanan malbata min demekê li Wanê û Qersê maye. Piştre dîsa xwestine vegerin axa xwe lê ermeniyan ew qebûl nekirine. Ji ber vê yekê jî çûne gelek deveran. Bavê min li ser riyên koçberiyê jiyana xwe dest da. Piştî demekê ji ber sosyalîzmê li hemberî kurdan hinekî nerm bûn. Min perwerdeya xwe ya ewil bi zimanê xwe dît. Piştre jî ev çûm dibistana leylî û min li wir xwend.”

Têne sirgunkirin

Babayev bûye şahidê jiyana kurdên sirgûn ên li Asyaya Navîn. Ew der barê vê sirgûn û koçberiyê de jî wiha dibêje: “Di sala 1937’an de rojekê apê min Mustafa gazî min kir û got ku Sovyet careke din dixwaze kurdan sirgûn bike. Got ji bo ku tu neyê sirgûnkirin divê xwe veşêrî. Lê min ev yek qebûl nekir. Ez çûm dibistanê. Lê heman şevê îstixbarata sovyetan ez ji nivînan rakirim. Gotin ji bo kurdan dibistan ketin betlaneyê û ez birim. Sibetirê ez birim îstasyonê. Li wir dîmeneke pir xirab hebû. Bi hezaran kurd li wir bêçare mabûn. Leşker û polîsan ew dorpêç kiribûn. Li cem wan tiştek tunebû. Li wir çend rojan em dan rawestandin. Piştre me li trênan siwar kirin. Tu kesî nedizanî ka me dibin ku derê. Di rê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.”

Dîsa dixwazin vegerin

Piştî vê rêwîtiyê wan dibin Qazakistanê. Babayev wan rojan jî wiha tîne ziman: “Em birin herêma Stalîsya û Baxalansa bi ser Almaatayê. Li vir tenê 3 hezar malbatên kurd hebûn. Piştre em birin Kolhozê. Rayedarên sovyetê hatin ba me û gotin yên ku dixwazin bixwînin dikarin li dibistanan bi cih bikin. Ez çûm dibistana leylî. Li Kolhozan jiyana kurdan pir dijwar bû. Ji ber vê yekê jî bi hev re ji Kolhozan reviyan. Lê ji ber ku hejmara wan zêde bû zû hatin girtin. Kurdan ligel her tiştî nexwest vegerin Kolhozan. Hikûmetê jî ew li qiraxa çemê Îliyê bi cih kirin. Lê kesekî alîkariya kurdan nedikir. Wan ji bo debara xwe dest bi firotina gulan kirin. Li vir min jî 2 salan mamostetî kir. Di sala 1941’an de kurdan xwest dîsa vegerin Ermenistanê.” Babayev di sala 1941’an de dixwaze careke din vegere Ermenistanê lê ermen destûrê nadin. Ew jî li Azerbaycanê dimîne. Dixwaze mamostetiyê bike. Lê di wan rojan de jî Almanya êrîşî Sovyetê dike. Ermenistan jî li ser vê yekê hin kurdên ku dixwazin vegerin qebûl dike. Ew jî bi vî rengî cardin vedigere Ermenistanê.

Diçe Mehabadê

Babayev rojên şer û xizaniyê jî wiha vedibêje: “Rojên şer bûn. Xizanî û bêhêvîtî zêde bû. Kêmarên ku dewlete wan tune bû nedişandin şer. Rojekî Abdullah Îsa hate ba min û got ku ermenî dixwazin te bigirin îstixbaratê. Lê min qebûl nekir. Ligel vê yekê jî bêyî daxwaza xwe ez çûm. Min ji wan re jî got ku ez qebûl nakim. Lê wan jî got ji bo alîkariya kurdan divê tu qebûl bikî. Xwestin min ji bo têkiliyên Komara Mehabadê bi kar bînin. Piştre ez li Tîflîsê demekê hatim perwerdekirin. Piştî ku perwerde qediya ez çûm Mehabadê. Rojekê Qazî Muhammed gazî min kir. Ez demekê li wir mam. Min li wir Mela Mustafa jî dît. ” Babayev dibêje ku sîstema sovyetan ji bo her kesî hin tişt anîbûn. Lê ji bo kurdan tenê êş, sirgûn û trajedî anî.

PKK’ê nas dike

Babayev di salên 1989’an de PKK’ê jî nas dike. Çawa PKK nas kiriye wiha tîne ziman: “Piştî sala 1989’an mîlîtanên PKK’ê hatin Qafkasya û Asyaya Navîn. Xwe li vir zû bi me û kurdan didan qebûlkirin. Ji ber ku pir mutewazî û jêhatî bûn. Piştre xebatên xwe berfireh kirin. Kurd bi rêxistin kirin. Piştî sala 1990’an ez li Moskowê carna li cem wan mam. Bi wan re xebitîm. Wan karê baş dikirin.” Piştî ku ew PKK’ê nas dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nas dike. Babayev wan rojan jî wiha vedibêje: “Di sala 1993’yan de Serok Ocalan bi pêşniyara Ozal agirbest îlan kir. Ji ber ku wî dixwest pirsgirêka kurd çareser bibe. Wî gazî min jî kir. Talabanî, Kemal Burkay û Ahmet Turk jî hebûn. Ji bo aştiyê biryareke hevpar û demokratîk dixwest. Ocalan mirovekî pir biaqil û bi rûmet bû. Ligel vê hewldanên wî Tirkiyeyê agirbest qebûl nekir. Di nava PKK’ê de tevger û xebat heye, bereket heye. Kurd heke nexebitin nikarin azadiya xwe bi dest bixin. PKK ji bo vê yekê her tiştî dike û dê bi ser keve jî. Pir baş dixabitin. Niha ji ber ku ez êdî kal bûme nikarim bi wan re bixebitim. Lê dilê min bi wan re ye. Ez ê her tim piştgiriyê bidim wan.” Babayev di dawiya axaftina xwe de dibêje ku divê kurdên Başûr jî piştgiriyê bidin PKK’ê. Divê ew jî piştgiriyê bidin ku kurd mafên xwe zû bi dest bixin. Babayev bi van hevokan axaftina xwe bi dawî dike: “Ez niha dijîm û kurd im. Min bi kurdî xwend û bi gelê xwe re jiyam. Heta roja ku bimirim jî ez ê wekî kurdekî bijîm.”

RAHMÎ YAGMUR / ANF / MOSKOW
 
< Ya Borî   Ya Piştre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan