|
Kovara “GEO” di meha borî ya çileyê de bi navê “Li Rojhilata Navîn ber bi dewleta mezin a kurd ve” beşa yekemîn a vê dosyeyê weşand. Di hejmara xwe ya sibatê de jî beşa duyemîn weşand. Kovara GEO destnîşan dike ku kurdên bakurê Kurdistanê PKK’ê wek garantor û sîgorteya jiyana xwe dibînin û bi hemû hêza xwe li dijî çekberdana gerîla radiwestin.
Kovara GEO li Fransayê wek mehane dertê û di hejmara xwe ya sibata 2009’an de jî cih daye Dosyeya Kurdistanê û di vê beşê de jî têkoşîna kurdên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) û kurdên rojhilatê Kurdisatê (Îran) vedibêje. Kovar destnîşan dike ku ligel hemû zext û zorên welatên dagirker ên li ser kurdan hêviya kurdan ya ji bo avakirina “Kurdistana hevgirtî ya Mezin” didome. Di beşa duyemîn ya dosyeyê de beşên dîroka kurd a girîng tê pêşkêşkirin û bi vî awayî ji bo têkoşîna Azadiya Kurd hişmendiya xwendevan nû dike û ji bo vê jî bi gotarên balkêş, wêne û nexşeyên watedar rewşa sosyo- polîtîk a Kurdistanê pêşkêş dike. GEO bi Newrozê dest bi vegotina dosya Kurdistanê ya beşa têkoşîna kurdên bakurê Kurdistanê ku di bin mêtîngeriya Tirkiyeyê de ye dike û tabloyek Kurdistanê li ber çavan radixe. Tê gotin ku li Tirkiyeyê ango li bakurê Kurdistanê 15 milyon kurd dijîn, Amedê wek paytexta kurdan qebûl dikin û tê diyarkirin ku heta niha pîrozbahiyên herî mezin yên Newrozê li Amedê hatin pîrozkirin AMED LI BER XWE DIDE Kovar vedibire ku hê jî di prosedura fermî ya Tirkiyeyê de kurdî nayê bikaranîn û destnîşan dike ku tekane partiya kurdan DTP û siyasetmedarên vê partiyê bi bang û sekna xwe di her xwepeşandên û çalakiyan de bi dirûşma “Ber xwe bide Amed” têkoşînê geş û gur dikin. GEO bal dikişîne ser hilbijartinên herîmî yên meha adarê û mijara serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tîne rojevê. Ji bo vê jî şahidên bûyerê yên zindî dide axaftin û nêrînên wan pêşkêş dike wiha pê de diçe: “Divê we ew roj bitîta. Hemû amedî 3 roj hatina Erdogan ya Amedê şermezar kirin. 3 roj hemû dikan hatin girtin. Qe yek jî venebû. Kolan vala bûn û mirov nikaribûn yek însanek jî li ser kolanan bidîta.” Kovarê li ser vê mijarê ligel nêrîn û nirxandinên kurdekî bi navê Goran û çend kurdên din şermezar kirin û protestokirina kurdan ya hatina Erdogan pêşkêş dike. POLÎTÎKA ASÎMÎLASYON Hat aşkerakirin ku hikûmeta tirk bi hemû derfetên xwe li dijî çanda kurt polîtîka asîmîlasyonê didomîne û dixwaze vê çandê bi vê polîtîkayê bifetisîne. Lê ligel van hemû zext û zorên asîmîlasyonê kurd ber xwe didin, têkoşîna xwe ya azadiyê li pêş dixin. Ji bo vê jî kovar di dosyayê de beş bi beş têkoşîna PKK’ê ya ji 1978’î û şûn hat weşandin. XIZANIYA KURDAN Ligel têkoşîna Azadiya Kurd ku di pêşengiya PKK’ê tê meşandin kovar GEO li ser têkoşîna kurd a demokratîk ya legal jî radiweste û vedibire ku îro di vê qadê de tên nûnerek kurdan heye ku ew jî DTP e. Tê diyarkirin ku DTP dixwaze di beşa Kurdistana ku di bin mêtîngeriya Tirkiyeyê de ye pergaleke xweser ya federal bê avakirin. BI DARÊ ZORÊ KOÇBERÎ Bi salane ku kurd bi zext û zorên cur be cur yên dewleta tirk ji cih û warên xwe tên koçberkirin. Ji bo vê jî balê dikişîne ser salên 1992 û 1998’an. Tê diyarkirin ku di van salan de 4200 gundên kurd ji aliyê hên dewleta Tirkiyeyê ve tên şewitandin û wêrankirin. Ji ravekirina gundê hatin valakirin jî daneyên GOÇDER’ê tên nîşandin û tê vegotin ku pirtirê kurdan di bin xeta xizaniyê de dijîn. ŞAHIDIYA KURDAN Der barê mijarê de kovar cih dide şahidiya kurdek ji Wanê. Di vê şahidiyê de tê aşkerakirin ku AKP 30 ton zexîre û bi hatina zivistanê re jî 28 hezar ton komir li Wanê belav dike û hewl dide ku bi vî awayî rayên waniyên bikire. Her wiha ev jî lê tê zêdekirin; AKP derfetê hikûmetbûnê, derfetên kartên kes û alîkariyên ku didin zarokên diçin dibistanan jî bi kar tîne û dixwaze li ser hin kesan bandorê bike. Kovar di nirxandina xwe de binê vê mijarê xêz dike ku ku ev mijar tev tasarûfa AKP’ê ye ji xwe berpirsiyariya dewletan e, hek dewlet vê nebe mîsyona dewletbûnê li holê namîne. TERORA DEWLETÊ Kovar cihekî berfireh dide rojhilatê Kurdistanê û ji bo vê jî li ser fotoyek rewneqdar a çiyayên Kurdistanê bi sernevîsek wiha “Li pişt van çiyan Îran li ser kurdan terorê dide meşandin” dest bi mijarê dike. GEO peymana Qesr –î- Şîrîn ku di sala 1639’an de di nav Osmanî û Farisan de hat morkirin wek destpêka parçekirina Kurdistanê diyar dike û balê dikişîne ku herî zêde li Îranê kurd di bin zext û zora dewletê de ne. Tê gotin ku damezrandina Komara Serbixwe ya Mahabadê (1946) di serê her kurdekî de wek mîtolojîk dijî. Komkujiyên ku hikûmetên Îranê li ser kurdan dane meşandin yek bi yek bi bîr tîne û tê vebirîn ku Xumeynî bi xwe jî li dijî kurdan fermana ‘tevkujiya pîroz’ daye. Hê jî li Îranê kurdên siyasî li girtîgehan in, tên darvekirin û greva birçîbûnê dimeşînin. Kovar ji devê çend kurdê ciwan mijarê wiha vedibêje: “Ligel hemû zextên hov ên rejîma Îranê jî li rojhilatê Kurdistanê têkoşîn gur dibe û ber bi pêş diçe. TÊKOŞÎNA PJAK’Ê Îro li rojhilatê Kurdistanê partiya ku li dijî rejîma Îranê têkoşîna azadiya kurd dimeşîne PJAK e. Di kovarê de tê aşkerakirin ku kurdên herêmê partiyên wek Komala û PDKI’yê wek têkoşîna pasîf dibînin. Li herêmê gelê kurd ji ber zext û zorên rejîma Îranê hew tehamul dikin û ji bo xwe rewşa kurdên Herêma Federal a Kurdistanê mînak digirin û dixwazin Amerîka wek Iraqê mudaxeleya Îranê jî bike. KU KURDISTAN AVA BE Kovar pirsa heke rojekê “Kurdistana Mezin” ava bibe dê hêza wê pirsgirêkên wê çi bin datîne holê û her wiha ji bo pêşeroja Kurdistanê ku xwediyê av û nefta dewlemend e mijarên cur bi cur ên balkêş li dû hev rêz dike dixwaze mijareke wisa mezin û girîng careke din li ber çavê rojeva cîhanê raxe… Gotara GEOM’ê di qalibê nûçeanalîz û gotaran de ye. Nivîs bi giştî jî bi îmzeya rojnameger Olivier Piot weşandiye. Nivîs bi fotoyên balkêş yên Kudistanê ku bi îmzayên wênekêş Julien Goldstein hatiye temamkirin. ‘PKK hêza yekîtiya Kurdistana hevgirtî ye Kurd ji nêz ve têkoşîna PKK’ê dişopînin. Ji bo vê jî li ser her maleke kurd sêleke esmanî heye û ROJ TV’ê dişopîne û rojevê hîn dibe. Kovara GEO bi berfirehî cih dide nirxandina kurdên herêmê û wiha mijarê datîne holê: Di van nirxandinan de jî tê gotin ku PKK pêşeroja kurdan e û hêza garantor ya heyîna kurd dibînin û bi tu awayî qebûl nakin ku çekan deyne. ANF / MURAT AKTAŞ - PARÎS Quelle: Welat.com |