|
Kurdê Penaber ê Nivîskarê Zimanê Fransî |
|
|
Nivîskarê ji rojhilatê Kurdistanê Kazem Şahryarî li Îranê ji ber zextên pergalê koçî Fransayê kir û piştî ku li Fransayê bi cih bû zimanê fransî hîn bû û bi vî zimanî berhemên girîng afirandin. Nivîskar ji aliyekî ve xebatên nivîsê didomîne û ji aliyê din ve jî xebatên şanoyê didomîne û midûrê salona şanoyê ya ‘Art Studio Théâtre’ ye.
Kazem Şahryarî di sala 1999’an de li Romanyayê di mîhrîcana Helbestan a Oradea ya Navneteweyî de xelat wergirt. Şehryerî anî ziman ku di nava 40 salî de Kurdistan dê di nav dewletên dewlemen de cih bigire. Şahryarî bi lêv kir ku li hemberî hemû pirsgirêk û neçarebûnan bi israra xebatên hunerî dê bigihîjin astekê û wiha axivî: “Ger ku em tiştekî bi rastî jî bixwazin divê em li hemberî xwesteka xwe rêz bigirin û tu caran bi vê xwesteka xwe re îxanetê nekin. Ji ber ku ev xwestek dê jiyana me rizgar bike û me li ser çeman derbas bike. Bi rastî jî ev huner di hundirê me de hebe em bê wê hunerê hîç in. Kî îxanetî hûnera hundirê xwe bike dê bibe hîç. Bê wî em ji tu tiştekî hez nakin. Ne ji birayê xwe, ne xwişka xwe û ne jî tiştekî din hez nakin. Em kesekî ku li hemberî rûmeta xwe rêz negire hez dikin.” Kazem Şahryarî destnîşankir ku li Îranê zext zêde ne û li cihekî ku demokrasî nîn be mirov nikare li wir bijî û wiha pê de çû: “ Hin kes bi çekan têdikoşin. Ji ber ku ez li hemberî çekan im ez mecbûr mam ku wir terk bikim. Pirsgirêka min bi hemû pergalên dîktoriyê re heye. Li Îranê di dema Şah de jî dîktatorî hebû û di dema molayan de jî dîktatorî heye. Di navbera wan de tu cudahî tune.” Nivîskar piştî ku ji Îranê derdikeve tê Fransayê û li vir zimanê fransî hîn dibe. Di destpêkê de gelek zehmetiyan dikişîne. Ji ber ku penaber e ev bêtir ji bo wî zehmet bû. Şahryarî diyar kir ku li Fransayê penaberî zehmet e, ji ber ku ji bo penaberan tu derfet nayên dayîn divê bi xwe derfetan bi xwe re biafirînin. Piştî demekê bi bi derfetên xwe dest bi hînbûna fransî dike û bi zimanê fransî helbest û lîstikên şanoyê dinivîse. Nivîskar di nivîsên xwe de cih dide hêma û rengên kurdewarî. Nivîskar ji bilî fransî bi kurdî û farisî jî dinivîsîne. Çend helbestên wî yên kurdî li Îranê bûne stran lê kes nizane helbestên wî ne. Nivîskar anî ziman ku Kurdistanê dişopîne û li ser jiyana kurdan dinivîse û wiha got: “Nêzî 2 sal berê min bi navê ‘Çûyîn û Veger’ piyesek nivîsand. Ev çîroka keçeke kurd ku mecbûrî terkirina welat dimîne ye. Piştî ku keçik dergistiya xwe winda dike ji bakurê Kurdistanê direve Îrlandayê. Di heman çîrokê de keçeke îrlandî ku ji welatê xwe direve û li Londonê wekî penaber dijî heye. Di navbera çîrokan de 40 sal heye. Yanî 40 sal berê û îro di nav hev de tên dayîn. Îro lê binêrin ku Îrlanda di nav welatên Ewropayê yek ji dewletên herî dewlemend e.” Kazem Şahryarî li rojhilatê Kurdistanê li Kermanşahê ji dayik bûye. Li Tehranê li zanîngehê beşa Hunerên Dramatîk xwendiye û ji ber pirsgirêkên siyasî reviyaye Fransayê. Şahryarî heta niha gelek pirtûkên helbest û lîstikan nivîsandine û gelek xelat wergirtine. MURAT AKTAŞ - PARÎS Cavkanî: Welat.com
|