Rêber Şivanê Kurd e PDF Bide Çapê
Sample ImageArkeologê navdar ê amerîkî Randall Price û ekîba wî berê jî Keştiya Nûh geriyabûn û lêkolîn kiribûn li Kurdistanê cara din derdikeve rêwîtiyê. Lê vê carê rêbarê Price ne nexşeyên peykan ne jî lêkolînên arkeolojîk in. Price vê carê bi rêbertiya şivanekî kurd derdikeve rêwîtiya Keştiya Nûh. Şivanê kurd ê ku dibêje wî di xewna xwe de Keştiya Nûh ditiye û dê ji bo ku ew çîroka herî mîstîk a Rojhilata Navîn bê fêmkirin rêbertiyê bike.

Vê çîrokê em hemû dizanin. Di hemû pirtûkên pîroz de jî ev çîrok dişibin hev. Kêm û zêde mîna hev in. 
Xwedî di dema Nûh de qewmên ku gotinên wî guhdar nakin û ji rê derketine dixwaze ceza bike. Ev cezaya mirinê ye. Dê hemû giwanewer dê bên tunekirin.
Di pirtûkeke pîroz de wiha tê gotin: “Xwedê nihêrî li cîhanê mirov pir xirabî û neqenciyan dikin. Mejiyê mirovan her tim li ser xirabiyê ye. Ew poşman bû ku mirov xuliqandiye. Dilê wî şewitî. Got ku ez ê mirovên ku min xuliqandiye, sewalan, çûkan û kişokan li ser cîhanê tune bikim. Ji ber ku ez poşman bûme. Lê li çavên nebî Nûh lutfek dît.” (xuliqandin 6:5-8)
Piştî vê pêxember Nûh hawara xwe digihîne Xwedê û dixwaze mirovan efû bike. Her wiha xwedê vê daxwaza wî qebûl dike.

TEVRAT ÇI DIBÊJE
Li gorî Tewratê, Xwedê ji pêxember Nûh re wiha dibêje: “Ji bo xwe keştiyê çêbike. Derdora keştiyê û hundirê wî zeft bike. Di hundirê keştiyê de jî odeyan çêbike. Tu dê keştiyê wiha çêbikî: Divê dirêjbûna wî 300, berahiya wî 50 û bilindbûna wî jî 30 arşin be. Pencereyan jî çêbike. Bilindbûna wan ber bi jor bila arşinek be. Deriyê keştiyê di qiraxê de çêbike. Li binî, navînê û li ser pêhnikan çêbike. Ez ê tofanê rakim. Ez ê hemû giyanewerên ku di bin asîmanan de dijîn tune bikim. Hemû giyanewerên li cîhanê dê bimirin. Lê ez ê bi te re peymanekê çêbikim. Tu bi jin, qîz û bûkên li keştiyê siwar bike. Ji bo ku sax bimînin ji hemû giyaneweran yekî nêr û yeke mê li keştiyê siwar bike. Çûk, sewal û kişokên cur bi cur ji bo sax bimînin dê cot bi cot bên cem te. Hem ji bo xwe û hem jî ji bo wan xwarinê jî bigire cem xwe û depo bike. Ji bo nifşên wan tune nebin ji sewalên paqij 7 cotan ji sewalên pis cotekî û ji cûkan jî 7 cotan bigire cem xwe.”

DI QURANÊ DE ÇI TÊ GOTIN
Di Quranê de jî der barê mijarê de wiha tê gotin: “Êdî ji wî re wiha hat û got ku li ber çavên me keştiyeke wekî me gotiye çêbike. Heke dem bê ji her nifşê 2 heban û malbata xwe bigire keştiyê. Ji bo kesên zilmkar ji min tiştekî nexwaze. Ji ber ku ew ê bixeniqin.” (sureya muminun)
Di 60 saliya pêxember Nûh de tofan dest pê dike. Her tişt di bin avê de dimîne. Nifşên giyanaweran tune dibin.
Piştî Tofana Mezin di Tewratê de tê gotin ku keştî li çiyayê Agiriyê bi cih bûye. Di Tewratê de wiha tê gotin: “Keştî di 17’ê meha 7’emîn de li çiyayê Araratê bi cih bû.” (xuliqandin 8:4)
Li cîhanê bi taybetî jî li ser gotinên Tewratê arkeolog û maceraperest ji bo ku vê keştiyê bibînin derketine rê. Ji bo vê yekê jî bi taybetî çiyayên Agirî û Cûdiyê bûne navend. Gelek lêkolîner û arkeolog li Cûdî û Agiriyê lêkolîn kirin.

DI XEWNA XWE DE DÎTIYE
Arkeologê amerîkî Randall Price yek ji wan e. Price di qada navneteweyî de pir tê naskirin. Ew û îsal dê bi ekîba xwe derkeve çiyayê Agirî. Price di lêkolînên xwe de serî li gelek çavkaniyan dide. Lê vê carê şivanekî kurd ê rêbertiya wî bike.
Arkeologê kurd der barê gera xwe de diyar kir ku vê carê şivanekî kurd ê ku di xewna xwe de bermahiyên Keştiya Nûh dîtiye dê rêbertiya wî bike.
Prince wiha got: “Heta niha me gelek şopên ku me bibe Keştiya Nûh nirxand. Lê vê carê şivanekî kurd dê rêbertiyê bike. Ez bi wî re axivîm. Şivan dibêje ku wî di biçûkatiya xwe de bermahiyên Keştiya Nûh dîtiye. Ji bo derewan bike tu hincetên wî nîn e. Tu sedem nîn e ku ez jê bawer nekim.” Her wiha Princa got ku ji bo rêbertiyê jî şivan ji tiştekî naxwaze. Pirnice herî dawî got ku wan di meha îlona 2008’an de cihê ku tê gotin keştî li wir e tespît kirine û ew ê li wir lêkolînên xwe di pêşerojê de bidin destpêkirin. ANF/ 

SERDAR EROGLU – BONN

 

 

 
< Ya Borî   Ya Piştre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan