Dosyayek li ser Herold Pînter PDF Bide Çapê
Sample ImageHejmara nû ya kovara mehane ya çand û hunerê ‘Sanat ve Hayat’ derket. Kovarê di hejmara nû de cih daye dosyaya der barê nivîskar Herold Pînter. Her wiha di kovarê de dosyayên elewî û kurd jî cih digirin.
Hejmara Sanat ve Hayat ya nû derket. Kovarê di vê hejmarê de cih daye wêjevanên îngîlîz Herold Pînter ku di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû.
Nivîskar û lêkolîner Haluk Gerger li ser Harold Pînter bi navê ‘Dilê Hêrs’ nivîsek nivîsandiye. Di nivîsê de Gerger rojên ku li Tirkiyeyê bi Pînter re derbas kiriye cih digire. Dogan Durgun li ser kesayetiya rewþenbîriya Pînter nivîsandiye. Di nivîsê de cihê wî ya ku hunera gerdûnî û entelektueliya wî nirxandiye. Nurten Baydemîr jî di nivîsa xwe ya derbarê jiyana Pînter de nivîsandiye û di nivîsê de cih daye nêrîna Pînter a der barê pirsgirêka kurd. Berhema nivîskar ya bi navê ‘Zimanê Çiya’ ji xwendevanan re  vedibêje. Dosyaya der barê Pînter bi axaftina Pînter ya ku axaftina xelatgirtina Nobelê ve bi dawî dibe.
Di vê hejmara kovarê de li ser nîqaþên TRT 6 û careke din pejirandina hemwelatiya Nazim Hîkmet bi navê ‘Þeþ beþ mi, du þeþ mi?’ (Pênc þeþ e an du þeþ e) nivîsek cih digire. Di dosyayê de nivîsa Feyza Hepçîlîngîrler, Varlik Ozmenek, Emîn Karaca, Ferhat Tunç û Rahþan Kose cih digirin. Di kovarê de dosyayeke din jî der barê elewî û kurdan de ye. Nîqaþa ku kovarê hejmarek berê dabû destpêkirin ya ‘Dînamîkên çandî yên elewiyan’ di vê hejmarê de jî didome. Îsmaîl Cem Erseven li ser wêjeya elewiyan nivîsiye. Îsmaîl Beþîkçî bi mijara ‘Elewî û kurd’ nivîsandiye. Beþîkçî di nivîsa xwe de tîne ziman ku elewîtî ji derveyî ola îslamê ye.
Yener Orkunoglu bi mijara ‘Gelo nivîskarê pevçûna þaristaniyan Huntington îdeologê Pentagonê ye?’, John Berger bi mijara ‘Xewna Filistinê: Cihê ku digirî’ nivîsên kovarê yên din in. Di kovarê de ji bilî nivîsên çîrok û helbestan nivîsa rexneyî jî di kovarê de cih digirin. Erdem Ozdemîr di nivîsa xwe de poetîkaya Arîf Damar dinirxîne. STENBOL
 
 
Cavkanî: Welat.com
 
< Ya Borî   Ya Piþtre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan