Ji Kurdên Feylî hewldan PDF Bide Çapê
Sample ImageKurdên Feylî ku xwedî baweriya þîi ne ji bo darizandina bersûcên tevkujiyê yên dema Saddam katin nava hewldanan.Kurdên Feylî mîna kobay di ceribandinên biyolojîk de hatibûn bikaranîn. Kurdên feylî yên di dema Seddam de ji bo lêkolînên biyolojîk mîna kobay hatine bikar anîn û bi qetlîam û koçberiyê re rû bi rû mabûn, xwestin rayedarên rejîma Baasê yên ji aliyê Emerikayê ve serbest hatine berdan werin darizandin.
Yekîtiya Kurdên Feylî ji bo Rehab Taha û Dr. Huda Salih Mehdî Ammaþ were darizandin serî li Dadgeha Bilind a Iraqê dan. Di doza tevkujiya ku li ser kurdên feylî hate kirin de, di navde Aliyê Kimyevî û Tariq Azîz jî heyî, 16 rayedarên Baasî tên darizandin. Rehab Taha ku bi navê ‘Bayan Mîkrobîk’ tê zanîn û Dr. Huda Salih Mehdî Ammaþ, di dema Saddam de li ser çek û lêkolînên biyolojîk xebat dikirin. Taha û Amman piþtî hilweþandina rejîma Baasê hatibû girtin lê belê di sala 2005’an de, ji ber ku derbarê wan de tu sûçdarî nîne ji aliyê Amerîkayê ve serbest hatibû berdan. Taha û Amman piþtî serbestberdanê li Urdunê bicîh bûn.

Yekîtiya Kurdên Feylî dan xuyakirin ku di serî de televizyona dewletê, çapameniya Iraqê di mijara qetlîama li ser kurdên feylî hatiye kirin de bê deng mane. Feyliyan herwiha dan zanîn ku aqûbeta 20 hezar kurdên Feylî ku di dema Saddam de, di lîkolînên biyolojîk de weke kobay hatine bikaranîn ne diyar in. Piraniya kurdên feylî yên ku li Iraqê dijîn Þiî ne û li derdorên sînorê Îranê û paytext Bexdayê dijîn.

ANF/HEWLER
 
 
Cavkanî: YeniOzgurpolitika.com
 
< Ya Borî   Ya Piþtre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan