DÎMENEK JI ŞER Û AGIR: NEYNIKA DILÎ PDF Bide Çapê
Sample ImageNivîskar dîmena civatê û erdnîgariyê bi romanê tîne ziman û nivîskariya mijarên civata kurd wekî peywira nivîskariyê bi nav dike û wiha dibêje: “Exlaq û wijdana nivîs û qelemê jî ev e. Em di nava kelekela şerekî de ne. Di encama şer de em di nav trajediyekê de ne. Em jiyan, me dît, em bûne şahid.”

Omer Dilsoz di romana Neynika Dilî -Welat Ji Bo Warê Xwe Têdikoşin- de balê dikişîne ser mijara valakirina gundan û ji bo bijartina mijarê wiha got: “Dîmena mijarê di serê te de peyda dibe; çi ye, tiştek tesîrê te dike, çi ye, xemeke te heye, kuleke te heye; tu dixwazî wê bi terbiya edebiyatê, bi estetîka romanê derdê xwe derbirînî, îfade bikî. Ji ber ku em di nav civakekê de dijîn. Realîteke wê civakê heye. Mirov rabe nav civakeke ewqas tevlihev trajediyê nebîne li gorî min xemsariyek e. Exlaq û wijdana nivîsê, qelemê jî bi nedîtina dîmena civakê re li hev nayê. Em di nava kelekela şerekî de ne. Em jiyan, me dît, em bûne şahid. Min xwest ev hinekî dîmenan berhev bikim, kom bikim.” Nivîskar vê romanê wekî berdewama romana xwe ya yekemîn ‘Hêviyên Birîndar’ dibîne û wiha axivî: “Mirov dikare bibêje berdewama romana Hêviyên Birîndar e jî. Di wê romanê de dîmenên nêzî vê hene’ Romana berê zaroktî bû û ev jî ciwanî ye.”
Dilsoz ji bo romana xwe dibêje ev roman bêtir wekî romaneke realîst e û di navendê de belkî kesek hebe lê piraliyên civatê tê de hene. Dilsoz wiha pê de çû: “Aliyên wê yên fantastîk ên xeyalî jî hene. Ger xeyal tê de nîn bin dê bibe teksteke dîrokî. Dîroka demekê. Di romanê de çawa meseleyê vedibêjî ev girîng e. Çawa estetîze dikî.”
Omer Dilsoz di Neynika Dilî de şer, rastiya şer û valakirina gundan wekî mijar bijartiye û ji bo şer û encamên şer wiha dibêje: “Şer tiştekî wisa ye ku wijdan, aqil ji dewrê radibin. Cihên ku şer lê hebin, li wir rebenî, koçberî, bêedaletî, talan û neheqî heye. Rondik, kuştin, xwîn, wêranî, xayînî heye. Bi taybetî jî xayînî encameke şer e.” Dilsoz bilêv kir ku divê kurd di roman û nivîsên xwe de pêvajoya îro binivîsin û dîmena îro bikişînin sibê wekî fanteziyekê nekin mijar û wiha got: “Ya muhim ew e ku di nava agir de hewl bidî agir vemirînî. Belkî em nikarin vemirînin lê em resmê agir bikişînin bibêjin ax axx em dişewitin.”

‘ÇAVKANÎ DENGBÊJÎ YE’
Omer Dilsoz di çanda kurdî de bal kişand ser çanda dengbêjî û zargotinê û ev çand wekî dibistanê bi nav kir. Nivîskar der barê mijarê de wiha got: “Kurdî ji çanda dengbêjî û zargotinê tê. Kaniya te ev e tu ji vir avê vedixwî. Nivîskarê kurd yê vê êşê dikêşe, gava tekstên xwe dinivîse, gava karekterê xwe dibijêre, bikaranîna dem, mekan di her tiştî de di navbera çanda dengbêjî ya vegotinê û terbiya ilmî ya rojavayî de tên û diçin.” Dilsoz bilêv kir ku mirov nikare romana kurdî bide ber romana gelên dîtir ên serdest, ji ber ku jêrhişa wan a nivîskî heye. Jêrhişa kurdî ya nivîskî gelek dewlemend nîn e û wiha pê de çû: “Lê jêrhişa kurdî ya devkî heye. Tiştên devkî ji cihekî heta diçe cihekî bi dehan dîwaran, keleman dikeve, dialiqe û diguhere. Tiştên devkî ji ber ku nehatiye qeydkirin li gorî demê û pêvajoyê tê guhertin. Ev tiştekî pozîtîf e, na; çimkî orjînalîteya wê xirab dibe. Lê nifşên nû li pey ceribandinên nû digerin. Lê hêdî hêdî bi pêşketina kurdî û demê re materyalên nivîskaran jî biguherin.”

NEYNIK, DÎMEN Û ÇAV
Dilsoz ji bo tewanga ‘Dilî’ ya navê romanê diyar kir ku di kurdî de problema tewangê heye û divê tewang bê bikaranîn jî. Dilsoz di romana xwe de neynik, dîmen û çavî gelek bi kar tîne li ser pirsa çima bi taybetî ev peyv cih digirin wiha got: “Gava dibêjin neynik ewil çi tê bîra mirov yanê mirov xwe tê de dibîne. Leheng di neynikê de xwe dibîne, tiştan vedibêje. Neynika Dilî monologa bi xwe bi xwe re ye. Mirov bi çavî dibîne, di neynikê re xwe dibîne û di dîmenê de jî mirov giştiyê dibîne. Wek civak, wek însan wek gerdûnî problema me ya dîtinê heye.”
Nivîskar Omer Dilsoz di romana xwe de tarzeke nêzî çîrokbêjiyê bi kar aniye û her wiha di romanê de çîrok jî cih digirin. Dilsoz der barê mijarê de wiha axivî: “Ev çîrokên ku zaroktiyê li gundan li pişt sobeyê ji devê mezinên xwe bihistîn wek fantaziyekê be jî divê di romanê de hebe. Gundê te tê şewitandin tu ji axa xwe, çanda xwe, rehên xwe hatiye bidûrxistin.Tu bê dilê xwe dikevî nav çand û jiyaneke din. Derûniya mirovekî wiha bihesibîne. Qehreman evîna xwe, xeyalên xwe xweşdiviyên xwe di van çîrokan de hîn bûye. Ew çîrok di romanê de wekî dilopeke av e, dibe ku dilopek av tîniyê neşikêne lê hinekî bêhnê vedike. Çîrok dramaya malbatê hinekî sivik dike, birînê dikewîne.”

ROMANEKE LÎRÎK
Dilsoz destnîşan kir ku romaneke bê xewn, bê fantazî, bê evîn, bê qehremanî, bê tirs, xweşbîniyek, fikrek yanê haletî ruhê mirov tê de nebe ew roman kêm e û wiha got: “Eger resmê civakê, çîrokên civakê, stranên civakê tê de nebein, dawetên civakê nebin ku ev hemû di civakê de hene wê demê ew roman leng e. Gava te behsa Amedê kir, li pêşiya Ulu Camiyê derbasbûyî tenê behsa mizgeftê bikî û li hember mizgeftê xaneke dîrokî wekî Hesenpaşa heye behsa wê nekî wê demê piyekî romana te leng e.” Dilsoz di romana xwe de tarzê lîrîzmê bi kar tîne û dibêje ku lîrîzm pir li bejna kurdî tê û kurdî zimanekî lîrîk e, rewan e…
Dilsoz di dawiya romanê de ferhengokek bi cih kiriye û sedema bicihkirina ferhengokê wiha vegot: “Hin peyv li hin herêman pasîfîze bûne. Mesela ez romanekê li ser çiyayê Agirî binivîsim rabim bêtir peyvên ku li Colemêrgê aktîf in û gelek ji wan li Agiriyê nayên bikaranîn bi kar bînim, nabe. Her peyv xwedî rih, serpêhatî û çîrokekê ye. Zindiye, qodên wê hene û ew jî ji wê herêmê ne.”
Dilsoz ‘Neynika Dilî’ li ser tevna 13 beşan (dîmen) raçandiye û her beşek wekî dîmenekê ye. Dilsoz dibêje her dîmen deqeyek e û wiha axivî: “Niha wek civak, wek kurd em gelekî ne resmî ne. Hene lê tune ne. Tiştekî resmî nebe jî nikare bibêjî tune. Lê di resmiyetê de hebûna wan nayê qebûlkirin. Ji bo hebûn û bûnewerên resmî pênasekirineke derveyî qeydan lazim e. Mînak salek 12 meh in, ev qeyda resmî ye. Em wek civak ji qada sêyemîn in, ez dibêjim dîmena me dîmena 13’emîn e. Em di nava salê de 13 mehan dijîn. Em zêde ne.”
Dilsoz di romanê de bi taybetî jî tasvîra demsalên payîz û biharê pir bi kar aniye û sedema wê jî wekî hatin û çûyînê bi nav dike. Her wiha Dilsoz di romana xwe de peyama avakirina gundên hatine şewitandin û avakirina welat dide û welatekî çawa dixwaze dide nîşandan.

ÇETÎN ALTUN - AMED

 

Cavkanî: Welat.com

2009-02-04 

 
< Ya Borî   Ya Piştre >
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan