Serrûpel arrow Derheqê Me
Derheqê Me PDF Bide Çapê

Damezrandina YXK

Li hemberî parçekirina gelê Kurd, zextên li ser çand û zimanê me, di bin polîtîkayên asîmlasyonê, di jiyanek ku mafê mirovan tê binpêkirin û li welatekî ku tekoşîna azadiyê tê li dar xistin, xwendevanan xwe wek berpirsyar û barkişêrê azadiyê, aşîtiyê û mafê mirovan xwe bi rêxistin bike û saziyekê saz bike. Piştî çend civînên destpêkê, yên amadekariyê, di navbera rojên 12 – 13ê Kanûna 1991ê li bajarê Elmanya Bochumê rêxistina xwendevanan Yekîtiya Xwendekarên Kurdîstan YXK hat damezirandin. Piştî ku YXK ji aliyê 75 xwendevanên ji 16 zanîngeh û zankoyên Ewrupa hate avakirin, bû bingehek ji bo xebatên xwendevanan û bû banek ji bo hemû xwendevanên li Ewrûpa dixwînin.

Komên Heremî

YXK hemû komên heremî yên li tevahiya zanîngehên Ewrûpa, bi taybetî yên li zanîngehên Elmanya di binê banê xwe de li hev kom dike û bi rêxistin dike. Komên heremî ji aliyekî ve aktîvîte û çalakiyan bi serê xwe pêk tînin û ji aliyê din ve jî bi komên din re di têkîliyê de ne û di vî warî de pêşniyar û çalakiyên komên din li herema xwe pêk tînin û herwiha hin caran jî bi hevre çalakiyan li dardixin.

Kar û Armancên YXK

•Beşek mezin a gelê Kurd koçî Ewrûpa, bi taybetî koçî Elmanya kiriye. Sedema pêşîn a penabertiya gelê Kurd rewşa siyasî ya xeter a li Kurdîstanê ye. Ji ber vê yekê jî armanca bingehîn a YXK ewe ku çapemenî û civaka Ewrûpî di derheqê rewşa Kurdîstanê de agahdar bike û şaşiyên heyî yên di derbarê tekoşîna rizagariya Kurdîstanê de sererast bike. Herwiha di derheqê pirsgrêka Kurd de û bi pirskirêkên pêve girêdayî, yên wek binpêkirina mafê mirovan û qedexekirina ziman û çanda Kurd, tevbigere.

•Bê gûman yek ji armancên me yên din jî ewe ku em piştgiriyê bidin xwendevanên ji Kurdîstanê ji bo xwendinê têne Ewrûpa. Di warê karên bîrokratîk, akademîk an jî civakî de ji wan re bibin alîkar.

•Herwiha YXK û komên di bin banê wê de dixebitin, ji xwe re kirine armanc ku ciwanan bi taybetî xwendevanên Kurd ên li penaberiyê derheqê nasnameya wan a çandî de agahdar bike û xwedî derketina nasnameya netewî bipêşde bixe. Ji bo karibin çanda Kurd bipêşde bixin, divê di çareserkirina pirsgrêka Kurd û alîkariya tekoşîna azadiya gelê Kurd de, di nav hewldanekê de bin. Ji ber van sedeman her endamê YXKê divê li zanîngeh an jî zankoya dixwenê hewl bide ku bi awayekî zanistî, lêkolînî û teknîkî li ser dîroka Kurdan, çanda Kurdî û pirsgrêkên pêve girêdayî bixebite û projeyan ji bo vê amade bike û bi panel û sempozyûman pêş û çap bike.

 

Çalakiyên YXK

YXK herwiha ji xwe re xistiye armanc ku pirsgrêka Kurd û rewşa penaberiya Kurdan li Ewrupa bi awayên zanistî lê bikole û ronî bike. Herwiha çapemenî û raya giştî jî agahdar bike. Ji bo YXK karibe van çalakî û projeyan pêk bîne divê bi rêxistin û saziyên din ên xwendevanan re, yên demokrat-sosyal, xwezayîperest û mafperest re xebatên hevpar bimeşîne. Bi hev re çalakî an jî projeyên ên wek semîner, panel, rojên fîlmên Kurdî pêk bînin, dezgehên agahdardariyê vekin û bi hevre kampanyayan bimeşînin û van xebatan bi awayekî zanistî pêk bînin. Kampanyaya li hemberî avakirina bendava „Ilisu" di qada navnetewî de gelek bal kişand ser bajarê dîrokî Heskîfê ku wê di encama avakirina bendavê de, di bin avê de bimîne. Herwiha ji bo parastina bajar û xwezaya Dêrsimê jî gelek belavok hatin belavkirin û dezgehên agahdariyê hatin vekirin. YXK hewl dide ku bi daxûyaniyên çapemeniyê, çapkirinên nivîsan ên derheqê rojeva siyasî ya li Kurdîstanê çanda Kurd, wêjeya Kurd, zimanê Kurdî û netewa Kurd li gora zagonên navnetewî were misogerkirin û were parastin. Hin mînakên din ên xebatên YXKê evin: Kursên Zimanê Kurdî, dezgehên çand, wêje û xwarinên Kurdî pêşkêş dikin û kampîng, konser û Rojên Fîlimên Kurdî (li Frankfurt, Koln, Hamburg, Stuttgart, Dortmund, …) û gelek çalakiyên din.

Kovara YXKê ya bi navê Ronahî (ISSN-Nr.: 1616-2625) ku her sê mehan carekê tê çapkirin, armanc dike ku çapemeniyê û xwendevanên zanîngehan di derheqê mijarên li jor jimartî agahdar bike. Bi alîkariya kovarê herwiha tê xwestin ku têkîlî û nîqaşa navbera xwendekaran di gelek mijar û beşan de germ bibe û pêşde bikeve.

Pêşbirka Hüseyin Çelebî ya çîrok û helbestan, a di qada zimanê Kurdî û Tirkî de, di nav civaka Kurd de yek ji çalakiya herî navdar û mezin e û wek kevneşopiyekê her sal tê li darxistin. Li gel xwendevanên Ewrûpa, Tirkî û Kurdîstanê herwiha gelek mirovên bi wêjeyê re alaqeder dibin tevlî pêşbirkê dibin. Bi vê çalakiyê herwiha serokê rûmetê yê YXKê Hüseyîn Celebî tê bibîranîn, yê li Elmanya mezin bûye û hewl daye bi xwendina xwe, bi awayekî polîtîk, dîplomatîk li Elmanya û Ewrûpa fîlozofiya tekoşîna rizgariya gelê Kurd ji raya giştî bi taybetî ji raya elman re zelal bike. Ew ji bo sazî û xwendevanên di bin banê YXKê de dixebitin mînakek e û di sala 1992an de jî wek serokê rûmetê hate pejirandin. Herwiha endamên YXKê di rêxistin û saziyên mîna Asta, AG´s, AK´s û di gelek rêxistinên de de jî aktîv in.

 

Pirsgrêka Kurd

Kurd yek ji gelên herî kevnar ê Mezopotamya ye. Bi kêmasî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Pers û paşiyê jî Osmaniyan re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng ya çand û kevneşopiyên xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelerî ew zindî hiştine.

Gelê Kurdistanê bi sed salan şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkatiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî, Kurdan ji dêla dewletek yekgirtî ya ji aliyê navendekê ve were birêvebirin, mîrîtiyên piçûk saz kirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û nikarîbûn li ser piyan bimana.

Kurd gelekî Rojhilata navîn e û navê endamê vî miletî ne. Kurd li Kurdistanê dijîn û Kurdistan di nav tixûbên Tirkî, Sûrî, Iraq û Îranê de hatiye parvekirin. Hejmara Kurdan li gor çavkaniyan tê guhertin. Li gor hin çavkaniyan hejmara wan zêdetirî 40 mîlyonî ye, li gor hin çavkaniyên din nêzî 50 miliyonî ye.

Ji derveyî herçar dewletên ku behsa wan hat kirin, Kurd li Qafqasya (Ermenîstan û Azerbaycan), Rûsya, Turkmenîstan, Kazakîstan, Uzbekîstan, Israîl, Lubnan û li gelek dewletên din ên Rojhilata navîn jî dijîn; wekî din dîasporayeke Kurdan a xwedî hejmereke mezin, di serî de li Elmanya li dewletên Rojava jî çêbûye.

Zimanê Kurdan Kurdî ye. Kurdî ji gelek zaravayên ku Kurd bikar tînin, pêk tê. Hin zaravayên sereke yên zimanê Kurdî evin:Kurmancî, Zazakî (Kirmanckî), Soranî, Lori u Goranî.

Bê gûman

Derfeta xwendekaran heye ku di çarçoveya xwendina xwe de derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de têkevin nava hewldanan, raya giştî agahdar bike, bi taybetî raya zanîngehan û xwedî derfetin ku di pêşxistina ziman û çanda Kurdî de roleke ber çav bilîzin.

Dema mirov li neheqiyên li hemberî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn dinere, divê mirov têkevê nav liv û tevgeran û divê xwendevan jî barê dikevê ser milên wan pêk bînin. YXK dixwaze bi vî awayî ji bo jiyanek azad a gelê Kurd li her çar perçeyan, ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurd, ji bo entegrasyona gelê penaber û wekheviya cinsan bitekoşe û kar û xebatan pêşde bixe.

Herwiha di nava armancên YXKê de, pêşdexistin û wekheviya sîstema xwendina li zanîngehên Ewrûpî ji bo xwendekarên biyanî, bi taybetî ji bo xwendekarên Kurd cih digre. Lewra em li zanîngehên bûne taybet mîna xetimandinê dinêrin û bê perspektîv dibînin.

Saziya me ji hemû kom, sazî û rêxistinên ciwanan û xwendevanan re vekiriyê yên ku rêziknameya YXKê ya bingehîn nas bike û qebul bike.

 

 
< Ya Borî
© 2010 YXK - Verband der Studierenden aus Kurdistan